Gelên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li qadan e

Bertekên gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk mezin dibin.
Ji roja destpêkirina êrişan gel li qadan e û banga girtina qada ezmanî ya herêmê dikin.

Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.

Gelên herêmê jî li dijî van êrişan li qadan di nava çalakiyan de ne.

Xelkê Kobanê bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Kesên beşdarî meşê bûn diyar kirin dê heya dawiyê li ber xwe bidin û destketiyên xwe biparêzin.

Piştî meş veguherî mêtingê daxuyaniyek hate dayîn û bang li aliyên hiqûqî, mirovî û navnetewî hate kirin ku bi erkên xwe rabin û qada ezmanî bigrin.

Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê jî li Dibistana Dîcle û Firat a li Kobanê daxuyaniyek da.

Desteyê sûcên dewleta Tirk li Eyn Îsayê ku di encamê de 2 şagirtên xwişk û birayên hevbûn şehîd bûne şermezar kir.

Desteyê bang li rêxistinên navnetewî kir ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirk re deyne.

Yekîtiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da, êrişên dewleta Tirk şermezarkirin û piştgirî dan hêzên xwe yên parastinê.

Li Tebqayê jî Hevgirtina Al El Beyt daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi navê îslamê her tişta li dijî misilmantiyê dike.

Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Kombûnê êrişên li dijî herêmê û şehîdxistina 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şermezar kir û got:

“Tirkiye bi van êrişan dixwaze destketiyên Rêveberiya Xweser têk bibe, lê pêkhateyên herêmê bi her awayî wê destketiyan xwe biparêzin.”

Back to top button