Hêzên hikumeta Şamê bajarokên başûrê Idlibê topbaran kir

Li başûrê Idilbê, Hêzên hikumeta Şamê bargehên çeteyên dewleta Tirk topbaran kir. Artêşa tirk jî ji nuqteya li Meer Hetat vedikişe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro hêzên hikumetê bi mûşekan bajarên Filêfil, El-Fitêra, Sifûhin û derdora El-Bara yên başûrê Idlibê topbaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku duh jî di encamê êrîşeke balefirên bêpîlot li ser nuqteyeke çeteyan yên li başûrê Idlibê de, 7 çete hatin kuştin.

Dewleta Tirk ji nuqteya Meer Hetat vedikişe

Li aliyê din, artêşa dewleta Tirk a dagirker îro dest bi valakirina nuqteya xwe ya li Meer Hetat a li ser rêya navneteweyî ya di navbera Heleb-Şamê ya li başûrê Idlibê de kir.

Çavdêriyê diyar kir ku ji vê sibehê ve wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk ji nuqteyê vedikşe.

Her weha artêşa Tirk li gundê Dêr Sinbul yê li başûrê Idlibê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir.

Back to top button