Nûr Nafeh: Divê jinên Iraqê zêdetir beşdarî qadên siyasî bibin

Parlamentera Parlamentoya Îraqê Nûr Nafeh derbarê beşdarbûna jinên Iraqê a di qadên siyasî de axivî û got: Ji bo jin dengê jinan bidin bihistin, biparêzin û mafên xwe bi dest bixin pêwîste pirsgirêkan nîqaş bikin û hîn zêdetir beşdarî qadên siyasî bibin.

Her çend jinên Îraqî di asta rêveberiyê de cihê xwe girtibin jî, lê di qadên siyasî de rastî gelek zehmetiyan tên.

Parlamentera Parlamentoya Îraqê Nûr Nafeh beşdarbûna jinên Iraqê a di qadên siyasî de nirxand.

Nûr Nafeh da zanîn ku pêwîstiya jinên Iraqê bi beşdariya nava qadên siyasî heye û ev tişt got:

Ji bo jin dengê jinan bidin bihistin, wan biparêzin û mafên xwe ewle bikin divê pirsgirêkên nîqaş bikin, zêdetir beşdarî siyasetê û hilbijartinên parlamentoyê bibin.

Dibe ku rêya jinên beşdarî parlementoyê dibin zehmet û dijwar e.

Lê belê bandorek erênî ya Şoreşa Cotmeha 2019’an li ser jinan heye.

Di Şoreşê de, li kolanên Iraqê hebûna jinan di siyasetê de hat qebûlkirin.

Jin êdî dikarin di nîqaşên siyasî de dengê xwe bidin bihîstin.

“Em ê jin dengê xwe bilind bikin û biryara xwe bi xwe bidin”

Parlamentera Parlamentoya Îraqê destnîşan kir ku divê jin zêdetir beşdarî pêvajoya guherîn û veguherîna civakî bibin û ev tişt anî ziman:

Divê jin rola xwe bilîzin û hişmendiya civakî bugherin, dengê xwe bilind bikin û biryara xwe bi xwe bidin.

Parlamentera Parlamentoya Îraqê Nûr Nafeh anî zima

n ku divê rêxistinên parastina mafê jinan bên avakirin û weha bi dawî kir: Di kabîneya hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Mihemed El-Sudanî de ji 23 wezîran tenê 3 jinin.

Ev ji aliye gelek rêxistinên mafên mirovan ve wekî rêjeyek piçûk hat nirxandin. Divê piştgiya jinan were kirin.

Back to top button