
Tevgera Esaib Ehil El-Heq derbarê gefên dewleta Tirk a dagirker yên ser Şengalê nîşan da û bang li hikumeta Iraqê kir ku tedbîrên pêwîst bigire.
Sekreterê giştî yê Tevgera Esaib Ehil El-Heq Qeys El-Xez Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike Telefer, deşta Nînewa û parçeyekî mezin ji Kerkûkê dagir bike û gava yekemîn wê dagirkirina Şengalê be.
Sekreterê giştî yê Tevgera Esaib Ehil El-Heq Qeys El-Xez Elî bang li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku ji bo bersivdayîna dagirkeriya Tirk saziya leşkerî ya hewayî amade bike û sîstemeke parastina hewayî bikire da ku serweriya xwe biparêze.”