Parlamenterên Almanyayê banga pêkanîna zextan ser Tirkiyê kir

Hejmareke parlamenterên Almanyayê, bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ser HDP’ê şermezar kirin û banga pêkanîna zextan ser Tirkiyê kir.

5 Parlamenterên Partiya Çep, FDP û Keskan ên Almanyayê, têkildarî zextên dewleta Tirk ser HDP’ê daxuyaniyeke hevpar dan.

Parlamenterên Alman fikarên xwe ser rewşa siyasetmedarên muxalîf ên li Tirkiyê anîn ziman û diyar kirin ku îradeya dengdêrên HDP’ê hatiye desteserkirin.

Parlamenteran bal kişand ser fezlekeyên li dijî 25 wekîlan ku 20 ji wan HDP’yî ne û piştgiriya xwe ji bo siyasetmedarên girtî nîşan da.

Her wiha bang li hikumeta Almanyayê hat kirin ku ew weke yek ji endamên sereke yên Konseya Yekîtiya Ewropayê ye, zextê li Tirkiyê bike.

Back to top button