Gantz: Wê êrîşên me li dijî komên Îran ên li Sûrî bidomin

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz gefa êrîşên li ser deverên nukleerî yên li Îranê xwar û got, Wê êrîşên Îsraîlê li dijî komên ser bi Îranê yên li Sûriyê jî dewam bikin.

Benny Gantz piştrast kir ku artêşa Îsraîlê planên xwe yên derbekirina nuqteyên nukleerî yên Îranê nû dike û amade ye bi awayekî serbixwe kar bike.

Gantz di hevpeyvîneke li gel Fox Newsê de got:

Ger cîhan pêşî li wan bigire beriya ku çekên nukleerî bi dest bixin, wê gaveke baş be.

Lê ger pêşiya wan neyê girtin, divê em bi awayekî serbixwe tev bigerin û xwe biparêzin.

Gantz piştrast kir ku mîlîsên Hizbullaha Lubnanê ku Îran piştgiriya wan dike, bi hezaran moşek li gel wan hene.

Wezîrê Îsraîlê her wiha anî ziman ku dê welatê wî derbekirina armancên Îranê li Sûriyê dewam bike.

Nexasim ku komên Tehran piştgiriya wan dike û veguhastina çekan bo Lubnanê hêsan dikin.

Di vê navberê de Cîgira Serokê DYA Kamala Harris bi serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re peywendiyek telefonî pêk anî û careke din soza piştevaniyê hate dayîn.

Back to top button