Hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn

Li derveyî welat û gumrikan ji bo tura duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yê li Tirkiyê deng dayîn dest pê kir.
Hilbijêrên derveyî welat, dikarin li her nûnertiyeke hatiye diyarkirin an jî li her gumrikê heta 24’ê Gulanê deng bidin.
Partiya Çepên Kesk bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û got:
Ger em berpirsyariya xwe pêk bînin em ê teqez bi ser bikevin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28’ê Gulanê tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê wê pêk bê.

Li derveyî welat û gumrikan dengdayînê dest pê kir

Ji bo tûra duyemîn, li nûnertiyên derveyî welat û deriyên gumrikê dengdan dest pê kir

Ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve li 73 welatan 167 noxteyan sindoq hatin danîn.

Hilbijêr wê di navbera namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan û namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû de wê tercîhê bike.

Dengdayîn wê heta 24’ê Gulanê dewam bike

Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat wê heta 24’ê gulanê dewam bike.

Kesên dixwazin ji bilî nûnertiyan li gumrikan deng bidin jî dikarin heta 28’ê Gulanê saet di 17.00’an de deng bidin.

Dengên ku li derveyî welat bê bikar anîn wê mîna ya tûra yekem bînin Tirkiyê.

Li Awûstralyayê kelecana tûra 2’yemîn

Li gorî agahiyên Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Sydney a paytexta Awûstralyayê tevlîbûneke zêde ya hilbijêran heye.

Endamên koordînasyonê diyar kirin ku, di roja ewil de li ser navê Partiya Çepên Kesk erkdar ji bo sindoqan hatine diyar kirin û gotin;

“Eleqeyek mezin a gel heye. Di roja ewil de 1250 kesan deng dan

Li Marsîlyayê ji bo gel biçin ser sindoqan xebat dewam dikin

Li Marsîlyayê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê ji bo gel bên ser sindoqan xebat bênavber dewam dikin.

Jin û ciwan li kargeh, mal û qehwexaneyan geriyan û peyama “Em karê ku me neqedandiye biqedînin” dan.

Li Almanyayê jî gel li ser sindoqan e

Li Elmanyayê jî ji danê sibehê ve gel ji bo dengdayînê li ber Konsolosxaneya Hambûrgê ketin dorê.

Li ber konsolosxaneyê Parlamenterê Partiya Çep a Hambûrgê Metîn Kaya axivî û got:

“Hemû gelê me divê bêyî bikevin nava xemsariyek û bi hişmendiya berpirsyar tevbigerin û dengê xwe bidin.

Ger em berpirsyariya xwe pêk bînin em ê teqez bi ser bikevin.”

Serokê şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Karataş li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir

Back to top button