Li bajarê Tebqayê du çekdaran gule li şêxê eşîra El-Bû Xemîs, Samir El-Hemşer barandin û ew birîndar kir.
Li kolana navîn a başûrê bajarê Tebqayê du çekdarên nenas gule li şêxê eşîra El-Bû Xemîs, Samir Hemdan El-Hemşer reşandin û reviyan.
Di êrişê de Şêx Samir Hemdan El-Hemşer rakirin nexweşxaneyên bajarê Reqayê.
Hat diyarkirin ku birîna Samir Hemdan El-Hemşer giran e.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li cihê buyerê lêpirsîn dan destpêkirin.