Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê 6 kes bi tawana terorê hatin girtin

Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku li navçeya Çemçemalê 6 kes bi tawana danîna têkiliyan digel şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, hatin girtin.

Asayîşê da xuyakirin ku ev kes, sala 2014’an bi DAIŞ’ê re peywendîdar bûn û gelek sûcên mirovî kiribûn.

Li gorî asayîşê, ev kes ji bajarên Iraqê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û bi nasnameyên sextekirî, li navçeya Çemçemalê digeriyan.

6 çeteyên DAIŞ’ê li Selahedînê hatin girtin

Di heman çarçoveyê de, artêşa Iraqî bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî, Wadî El-Sersar a parêzgeha Selahedînê operasyon kir.

Di encamê de, 6 çeteyên DAIŞ’ê li deverên cuda hatin girtin.

Tevî operasyonkirina gelek dever û veşartgehên şaneyên DAIŞ’ê jî, tevgera wan li gelek cihan tê dîtin.

Back to top button