Ciwanên Kerkûkê ji bo derxistina leşkerên Tirk 6 hezar îmze kom kirine

Tevî qedexeya derketina derve, ciwanên Kerkûkê ji bo derxistina dewleta Tirk 6 hezar îmze kom kirine.

 

Ciwanan tevî qedexeya çûnûhatinê, li gelek taxan îmze kom kirine, şêniyên Kerkûkê jî bi germahiyekê tevlî kampanyayê bûne.

Endamekî kampanyayê da xuyakirin ku ew ê îmzeyên komkirî radestî Parlemena Başûr, Parlemena Iraq û NY bikin.

Jinên Ciwan û Welatparêz, 5 Tîrmehê ji bo derxistina leşkerên Tirk ji axa Başûr û Iraqê, di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftenîn de, dest bi kampanyaya îmzeyan kiribû.

Back to top button