Îran li dijî jinan biryarên giran digirin

Li Îranê 155 kargeh bi hinceta hicabê bikar neanî hatin girtin. Berdevkê Fermanderiya Întizamî ya dewleta Îranê ragihand ku jinên li gorî hicaban tev negerin wê werin cezakirin. Her wiha kargehên ku destura karkirinê bidin wan jinan wê doz li wan were vekirin. Gelê rojhilatê kuristanê û îranê jî bertek nîşanî vê biryarê dan û çalakî li dar xistin.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ‘jin jiyan azadî’ didome.

Dewleta Îranê ji bo ku dawî li serhildana bi pêşengiya jinan bîne, rê û rêbazan cuda bi kar tîne.

Berdevkê Fermandehiya Întizamî ya Komara Islamî ya Îranê di çarçoveya sepana ku wek “plana dijî derketina bi nekaranîna hicabê” tê binavkirn de daxuyaniyek da

Di daxuyaniyê de tê gotin:

“Di nava 24 saetên dawî de ji sendika û karsazên girêdayî wan re di çarcoveya pêkanîna qurala ‘civakî’ û sererastkirinan de 3 hezar û 500 peyamên kurt hatine rêkirin.

532 cihên kar hatine kontril kirin.

Li Îranê 155 kargeh bi hinceta guh nedane hicabê hatin girtin

Bi hinceta ku guh nedane îhbarên berê, 137 dikan, 18 xwaringeh û baxçeyên çayê hatine mohrkirin û doz hatiye vekirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li gelek kesan jî ji ber guh nedana hicabê lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.

Berê jî dewleta Îranê ragihandibû ku dê bi kamerayan çavdêriya rewşa bi kar neanîna hicabê were kirin.

Ev biryara dewleta Îranê di nava gel de rasrî bertekên tund hatin.

Biryara dewleta Îranê di nava civakê de rastî bertekan hat

Li zanîngehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî xwendekar li dijî zextên dewletê, ferzkirina hîcabê û jehrîkirinê çalakî li darxistin

Duh li Zanîngeha Tehranê li dijî sepandina hîcaba bi zorê û zextên giran ên dewletê yên li dijî xwendekaran xwepêşandan li dar xist.

Xwendekaran pankartên “Rewşa Îranê xirab e, melalî bi hîcabê difikire” û “Ber bi azadiyê ve” hildan.

Her wiha xwendekaran bang li raya giştî kirin ku li dijî kiryarên dewleta Îranê bibin xwedî helwest.

Back to top button