Meclisa Navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo bi civînekê geşedanên dawîn ji şêniyên navçeyê re nirxand. Şêniyan diyar kirin ku dev ji xaka xwe bernedin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Civîn bi amadebûna bi dehan şêniyan li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hat lidarxistin.
Endamê PYD’ê Welat Gabar geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û wiha got: “Dewletên ku çavên xwe berdane Sûriyê, hewl didin peymanan bi aliyên destwerdêrên Sûriyê re pêk bînin.
Di serî de, dewleta Tirk a dagirker hewl dide împaratoriya kevn li ser hesabê gelê Sûriyê zindî bike û her projeyeke demokratîk têk bibe.”
Her wiha Gabar diyar kir ku hêzên mêtnger hewl didin yekitiya pêkhateyan û porojeyên Demokratîk têk bibe.
Welat Gabar bang li pêkhateyên herêmê kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin, destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Şêniyên navçeyê jî piştrastkirin ku ewê dev ji xaka xwe bernedin û derfetê nedin hêzên mêtinger ku herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bikin.



