Endamên KNK’ê Bilêse Cebar û Şoreş Xidir dibêjin Tirkiyê dixwaze li Rojava û Başûrê Kurdistanê sînorê xwe fireh bike.
Endama KNK’ê û Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman derbarê peymana lozanî de axivî û got:
”Em hemû dizanin Peymana Lozanê dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Rojhilata Navîn bûn.
Ji vê peymanê yê herî zirar dît gelê Kurd bû ku li ser çar welatên dagirker hatiye parçekirin.
Di vê sedsalê de gelek êriş û qirkirin li ser gelê Kurd hatin. Jenosît li ser pêk hat.”
Endamê KNK’ê û Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûr Şoreş Xidir jî ev tişt anî ziman:
”Tirkiye di serî de dixwaze li Rojava û Başûrê Kurdistanê sînorê xwe berfireh bike.
Divê Kurd ha ji van metirsî û guherînan hebin.
KNK’ê hazirtî dike ku di sedsaliya Lozanê de, konferanseke mezin li Lozanê lidar bixe.
Armanca me bikarin helwest û stratejiyeke hevpar nîşan bidin li dijî vê peymanê.”