Dr. Kamûran Berwarî derbarê êrişan de axivî

Dr. Kamûran Berwarî behsa êrişên li dijî 4 beşên Kurdistanê kir û bang li Kurdan kir ku siyaseta xwe di ber çavan re derbas bikin.
Her wiha banga lidarxistina kongre an jî konferanseke awarte kir da ku stratejiyeke nû ya yekgirtî li hember vê dagirkeriyê bê dayîn.
Û bang li hemû kurdan kir ku ji her demê zêdetir têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin.

Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî derbarê êrişên li dijî Kurdistanê de ji ANHA’yê re axivî.

Dr. Kamûran diyar kir ku li Îmraliyê û Kurdistanê siyaset û qirkirinên ku pêk tên, encama heman konspetê ne û got:

”Navenda doza kurdî Serok Ocalan e. Ji ber wê hemû siyasetên xwe destpêkê li ser Îmraliyê didin meşandin.

Ev girêdayî navenda şerê taybet a li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê ne.

Di demên pêş de ger ev dewlet siyaseta xwe di ber çavan re derbas nekin dê derbeyeke mezin a aborî bixwin.”

Kamûran Berwarî: Iraq xwe radestî Tirkiyê kiriye

Li ser helwesta hikûmeta Başûr û ya Iraqê derbarê êrişên Tirkiyê de jî Dr. Kamûran Berwarî ev tişt anî ziman:

Bê hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê yek serbazê Tirk nikare ser axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê bimîne.

Di nava 2 salên dawîn de, li Başûr 7 bûyerên terora siyasî bi destê MÎT’a Tirk pêk hatin, lê hîna tu kes nehatiye girtin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê ji bo dagirkirina Başûr û avakirina baregehan rê daye dewleta Tirk.

Iraqê xwe radestî dewleta Tirk kiriye.”

Kamûran  Berwarî: Wê Rojhilata Navîn bibe gola xwînê

Berwarî hişyarî da ku eger Koalîsyona Navneteweyî sînorekî ji Sûriyê, Tirkiye, Iraq, Îranê re daneyne wê Rojhilata Navîn bibe goleke xwînê.

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Kamûran Berwarî ev bang kir:

Berwarî li hember dagirkeriyê banga yekîtiyê kir

”Divê gelê Kurd siyaseta xwe ya herêmî, cîhanî û navxweyî di ber çavan re derbas bike.

Erkeke li ser milê PKK, KCK, KNK, HDP û partiyên li Kurdistanê ye ku pengavekê ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî biavêjin.

Hewldan bê dayîn ku kongreyek an jî konferanseke awarte bê lidarxistin, rewşa îro li Kurdistanê di ber çavan re bê derbaskirin.

Û stratejiyeke nû ya yekgirtî li hember vê dagirkeriyê bê dayîn.

Her wiha divê gelê me ji her demê zêdetir têkoşîn û berxwedana xwe xurt bike.”

Back to top button