Graham, piştî bi Erdogan re rûnişt pêşnûme asteng kir

Piştî hevdîtina di navbera Trump û Erdogan de kete rojevê, Senaratorê Komarparêz Lîndsey Graham, pêşnûmeya der barê qebûlkirina qirkirina Ermeniyan de asteng kir.

Pêşnûmeya derbarê Ermeniyan de ku ji bo “Qirkirina Ermeniyan ya 1915’an ku dewleta Osmanî li dijî Ermeniyan kiribû ji aliyê Emerîkayê ve bi awayekî fermî were naskirin” hat paşvekişandin.
Senarator Lîndsey Graham piştî ku li Qesra Spî tevlî hevdîtina di navbera Trump û Erdogan de bû biryar xwe ya derbarê qirkirina Ermenan de bi temamî guhert û nehişt ku pêşnûmeya der barê qirkirinê de li Senatoya Emerîkayê de bikeve rojevê.
Senator Graham piştî tu ku paş ve gav avêt got, “Weke senatoran divê em dîrokê ji nû ve nenivîsin. Ez hêvî dikim Tirkiye û Ermenîstan werin cem hev û vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Pêşnûmeya der barê qirkirina Ermeniyan de di 29’ê Cotmehê de di Meclîsa Nûneran de bi 405 dengên erê û 11 dengên na hatibû qebûlkirin.
Dewleta Osmanî di 24’ê Nîsana 2015’an de dest bi qirkirina Ermeniyan kiribû û ev roj ji aliyê gelek welatên Ewrûpî ve bi awayekî fermî weke roja qirkirina Ermeniyan tê qebûlkirin, lê belê dewleta Tirk vê rastiyê heta îro jî qebûl înkar dike.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close