Pentagon: Vekişîna hêzên Emerîkî ji Kobanê dibe hefteyek din jî dirêj bike

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon raighand ku dema vekişandina hêzên Emerîkî ji Kobanê ne diyar e û dibe ku bêhtirî hefteyeke din dirêj bike.

Wezîrê Parastina Emerîkayê Mark Esper diyar kir ku ji bo vekişandina hêzên Emerîkî ji Kobanê dibe ku hefteyeke din dirêj bike, heta ku vekişandin temam bibe.
Esper der barê mijarê de daxuyaniyek de û destnîşan kir ku halê hazir wê tenê 600 leşkerên Emerîkî li Sûriyê bimînin.
Her wiha têkildarî hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê re jî Esper got:
Pentagon:
Hevkarî û piştgiriya me bi QSD’ê re berdewam e
Hevkarî û piştgiriya me bi QSD’ê re berdewam e û QSD xwedî roleke liberçav e di rêgirtina li ber zindîbûna DAIŞ’ê careke din.
Duh karwanekî koalîsyonê ku ji 120 erebeyan pêk dihat ku lojîstîk, teqemenî û panzêr bar kiribûn, ji baregeha Sirînê ya Kobanê derket.
Ev baregah di navbera navçeya Sirîn û 30 km dikeve başûrê bajarê Kobanê, di gel ku li Bakurê Sûriyê mezintirîn baregeh e.

Leave a Reply

Back to top button