Qenala Suveyç hat girtin, bi sedan keştî li benda rê ne

Rêya bazirganiya deryayî ya navbera Derya Spî û Derya Sor de hat girtin. Sedemê vê yekê jî keştiyek mezin ku bi qasî 400 metre li nava Qenala Sûveyş li ser axê rûniştiye.

Ev yek bû sedema bi sedan keştiyên bazirganiyê li deriyê qenalê komî serhev bibin. Xebatên ji bo derxistina keştiyê didomin lê Sekreterê Giştî yê Odeya Keştivaniya Navnetewî hişyarî da ku ev yek wê di asta gerdunî de bandora xwe bide kirin.

Keştiya 400 mertre dirêj û 60 metreyan fireh ya binavê Evergreen ya birhilgir Qenala Suveyş felç kiriye.

Keştiya ku li ser axê rûniştî bûye sedema aloziyek mezin ya bazirganiyê.

Ji bo ev pirsgirêk di zutirîn demê de çareser bibe bi rojane oparasyon derxistina keştiyê tê kirin.

Li aliyekê barên ji keştiyê têne veguhestin, li aliyê din jî li her vebijêrkên din yên xelaskirina keştiyê tê xebitîn.

Şirketa ku ji venêrîna keştiyê berpirsyare ji bo xelaskirina Evergreen hewil dide 20 hezar metrekup xiz ji deryayê derxîne.

Ev yek jî tê wateya mesafeya herêmeke meznahiya 8 hewuzên melevanî yên Olompiyatê.

Pisporên derbarê lîkolîna li ser keştiyê wiha gotin,

Keştiyê ziyan ne dîtiye.

Lê li cihê ku rawestiyayî weke kevirekê xwe lê girtiye.

Bi runiştina keştiyê ya li ser axê re, yek ji rêyên herî bitevger ya bazirganiyê ku Qenala Suveyşê ji bo demkî hate girtin.

Rojane bi bihayê nêzî 10 milyar dolar pêwistî di qenalê re derbas dibe.

Û ev yek jî beşeke sereke ya çavkaniya aboriya Misirê pêk tîne.

Li gorî nûçeya tora CNN, 2020’an bi giştî di qenalê re 18 hezar û 800 gemî derbas bûne.

Bi girtina qenalê re, bi zedan gemî li ber qenalê asê mane û li benda vekiran rê ne.

Her çiqasî hinek keştiyan berê xwe dan rêya Hon Burnu jî lê ev yek bi qasî 12 demjimêr ji wan dide windakirin.

Sekreterê Giştî yê Odeya Keştivaniya Navnetewî ragihand ku ev yek wê di asta gerdunî de bandora xwe bide kirin.

Back to top button