Koma Biçûk a Koalîsyona Navenetewî ya li dijî DAIŞ’ê wê bicive

Koma Biçûk a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê (Small Group) wê 30 Adarê bi mijara domandina zextê li ser bermahiyên DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê bicivin. DYA’yê ragihand ku ew ê erka xwe yên têkbirina dawîanîna li DAIŞ’ê bidomîne.

Wezareta Derve ya DYA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Derve Anthony J. Blinken, Cîgira Serokwezîrê Belçîkayê û Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Sophie Wilmes dê beşdarî civîna wezîrên derve yên Koma Biçûk a Koalsyîna Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bibin.

Civîn wê 30 Adarê pêk were.

Di civînê de dê rêbazên domandina zextê li ser bermahiyên DAIŞ’ê yên li Iraq û Sûriyê û têkoşîna li dijî torên rêxistinê yên li deverên din, di nav de Afrîkayê werin nîqaşkirin.

Her wiha dê xetên qalind ên xebatên koalîsyonê di aliyê pêkanîna ewlehiyê, çekdarên terorîst yên biyanî û fînansekirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de werin nixandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku DYA endamekî sereke yê Koalîsyona Navneteweyî ya ji 83 welatan pêk tê ye û wê sozên xwe yên tunekirina dayîmî ya DAIŞ’ê li tevahî deverên cîhanê bi cih bînin.

Back to top button