Mexmur-Çalakiya nobetê ya li dijî tecrîdê ji aliya koma 4’an ve dewr hate girtin

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo hate destpêkirin, ji aliyê koma 4’emîn ango Tevgera Ciwanên Mexmûrê ve dewr hate girtin.

Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji 20’ê Tîrmehê ve li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome.

Doh koma sêyemîn çalakiya nobetê radestî koma 4’an ku Tevgera Ciwanên Wargeha Mexmûrê pêktên kir.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen dema dewrkirina çalakiyê de daxuyaniyek da û got:

” Tecrîda heyî, ne tenê li ser Rêber Apo, li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin.

Dewleta Tirk ya dagirker û hêzên komploger dixwazin Rêber Apo û gel ji hev qut bikin.

Em van planên wan dizanîn û emê li hember van planan serî netewînin.

Dixwazin Kurdan qir bikin. Divê her kes li dijî tecrîdê bibe xwedî helwest.”

Piştî daxuyaniyê, çalakî ji aliyê koma 4’emîn, Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) hat dewrgirtin.

Şehîdên Şengalê li Mexmûr û Silêmaniyê hate bibîranîn

Back to top button