Tamir El Şemerî: Şandina Sûriyeyan ji Tirkiyeyê sêc e

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê Tamir El Şemerî diyar kir ku şandina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê bi darê zorê, sûcekî li dijî gelê Sûriyeyê ye.

Tamir El Şemerî diyar kir ku Deweta Tirk sûriyeyiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û got:

“Beriya hilbijartinên Tirkiyeyê muxalefetê gef xwarin ku ew ê tevahî penaberên sûriyeyî biqewitînin.

Bi wê yekê tevan Erdogan hilbijart.

Îro jî piştî Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket, wan bi darê zorê derdixe.”

El Şemerî da zanîn ku Erdogan bi rêya penaberên sûriyeyî hewl dide demografiya herêmê biguhere.

El Şemerî li ser projeya guhartina demografiyê ya ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne hişyarî da.

Back to top button