Bi sedan zarok û kal û pîr li kampên berxwedanê yên li Şehbayê ji ber germaya zêde bi nexweşiyên îltîhaba rovikan, tagirtin û navçûnê ketine û di navbera 15 rojan de zêdetirî 397 rewşên îltîhaba rovikan hatine qeydkirin.
Li gorî Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê:
“Nexweş rojane serdana navendên tenduristiyê, Nexweşxaneya Avrîn û nuqteyên tibî dikin.
Di 2 hefteyên dawîn ên Tîrmehê de 397 rewşên îltîhaba rovikan û tagirtinê hatine qeydkirin.”
Hemşîreya nuqteya tibî ya Heyva Sor a Kurd Fereh Ehmed li ser vê yekê got:
“Bilindbûna pileyên germahiya îsal ne normal e.
Wê yekê hişt nexweşî di nava koçberên Efrînê de, bi taybet zarok û kal û pîran zêde be.
Divê baldarî û şopandin hebe da ku nexweşiyên din bi xwe re çênekin.”
Hikumeta Şamê jî nahêle madeyên bingehîn û sotemeniyê ji bo pêxistina jenetorên kehrebeyê derbas bibin.