Die Zeit: Şervanên Sûryanî bi qsd’ê re li ber xwe didin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî li Til Temirê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û El Nusrayê li ber xwe didin.
Kovara Elmanî Die Zeit diyarkir ku şervanên Asûrî û Suryanî di bin sîwana QSD’ê de li dijî çeteyên dewleta Tirk li ber xwe didin.

Rojnameya Elmanî ya heftane Die Zeît di hêjmara xwe ya nû de cîh da berxwedana şervanên Asûrî-Sûryanî.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku şervanên Asûrî-Sûryanî yên Xiristiyan li dijî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk, di bin sîwana Hêzên Sûrî ya Demokratîk de şer dikin.

Her weha nûçeyê cîh dide nêrînên berdevka şervanên jin a Sûryanî Nîsha Gorîe û tê diyarkirin ku ji bo şervanên jin ên Xiristiyan akademiyeke leşkerî hatiye vekirin.

Şervana Sûryan Gorîe destnîşan dike ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk dijminê hemû pêkhateyan û Xiristiyan in û ti cûdahiya wan ji DAIŞ’ê nîne.

Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku di sala 2015’an de li herêmê 33 gundên Asûrî û Suryanî hebûn, lê belê piştî êrîşên dewleta Tirk a di 9’ê Cotmehê de dest pê kiribû, hêjmara wan kêm bûye û bi tirs û fikar in ku weke Seyfo, komkujiyeke din a nû pêk were.

Leave a Reply

Back to top button