Putin seferberiya qismî ragihand

Rûsya di şerê li Ukrayna de, di peydakirina leşkeran de zoriyê dibîne.
Zoriyên li rojhilatê welat û windahiyên leşkerî, Serokê Rûsya Putin neçar kir ku seferberiya qismî ragihîne.
Wezîrê Parastinê yê Rûsya Soygu jî ragihand ku bang li 300 hezar leşkerên ihtiyad hatiye kirin û got:
Rûsya ne tenê li dijî Ukraynayê, li dijî Rojava jî şer dike.

Piştî biryara referandûmê ya li herêmên Ukraynayê yên di bin kontrola Rûsyayê de, Serokê welat Vladimir Putin seferberiyeke qismî ragihand.

Vladimir Putin di axaftina xwe ya zindî ya televîzyonê de got,

“Ji bo yekparebûna axa welatê xwe em ê hemû derfetan bikar bînin.”

Putin da zanîn ku wî ev biryar li ser pêşniyara Wezareta Parastinê, Serfermandariya Giştî girtiye û biryarnameya têkildar îmze kiriye.

Li Rûsyayê seferberiya qismî wê îro bikeve meriyetê.

Seferberiya qismî tê wateya leşkerên yedek yên heyî û xwedî pisporiya leşkerî ye wê beşdarî artêşê bibin.

Putin diyar kir ku ew ê herêmên di bin kontrola Rûsyayê de biparêzin û ev tişt anî ziman:

“Dema ku yekparebûna axa welatê me bikeve xeterê, teqez em ê hemû derfetên di destê xwe de ji bo parastina Rûsyayê û gelê xwe bi kar bînin.

Ev ne tenê gotinek e.”

Şoygu: bang li leşkerên yedek hatiye kirin

Piştî axaftina Putin, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu jî li gorî biryarnameya ku îmze kiribû gazî 300 hezar leşkerên yedek kir.

Sergey Şoygu diyar kir ku seferberiya qismî kesên xwedî ezmûnên leşkerî ye, eleqedar dike û diyar kir ku xwendekar û kesên ku niha di erkên leşkerî de ne, li derveyî çarçoweyê ne.

Şoygu piştî demeke dirêj derbarê leşkerên Rûsya yên li Ukraynayê hatine kuştin jî agahî da û wiha got:

Di şer de, 5 hezar û 937 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Lêbelê, servîsa veşartî ya Ukraynayê û çavdêrên navneteweyî îdîa dikin ku ev hejmar zêdetir e.

Ji aliyê din ve Şoygu îdia kir ku zêdetirî 60 hezar leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û nêzî 50 hezar leşker jî birîndar bûne.

Rayedarên Ukraynayê Tebaxa borî ragihandibûn ku di şer de 9 hezar leşkerên wan hatine kuştin.

Biryara seferberiyê ya Putin piştî biryara referandumê li bajarên Ukraynayê Luhansk, Donetsk, Xerson û Zaporijiya ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine kontrolkirin hat.

Di referanduma 23 û 27ê Îlonê de wê ji raya giştî bê pirsîn ka hûn tevlî Rûsyayê dibin yan na.

Back to top button