Keştiyên şer yên Amerîka û Kanada Kendava Taywanê derbas kirin

Di demekî ku navbera Taywan û Çînê rewş aloz de, keştiyênşer yên Amerîka û Kanadayê di Tengava Taywanê re derbas bûn.
Derbasbûna keştiyên navborî, di çarçoveya operasyoneke ku di navbera Pekîn û Taîpeyê de aloziya leşkerî zêde bûye pêk hat.

Di salên dawî de, keştiyên şer ên Amerîka û carinan keştiyên hevalbendên wê Brîtanya û Kanada bi gelemperî di Tengava Taywanê re derbas bûne.

Ev rewş bertekên rêveberiya Komara Gel a Çînê derdixe holê ku Taywanê wekî herêmeke ji parçeya xaka welat dibîne.

Hêza Deryayî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got:

“Keştiya me (USS Higgins) û Keştiya Vancouver فانكوفر a Hêza Deryayî ya Kanadayê ji tengavê derbas bûne.

Ev cure hevkarî bingeha nêzîkatiya me ya ji bo herêmek ewledar û dewlemend nîşan dide.”

Wezîra Parastinê ya Kanadayê Anita Anand أنيتا أناند got, welatê wê, wek welatekî Pasîfîk, bi ciddî ji bo piştgirîkirina îstiqrara li herêma Hindo-Pasîfîkê ye.

Her wiha got:

“Derbasbûna rojane ya Tengava Taywanê îro pabendbûna me ya ji bo azadîya tevgerê û vebûna li herêma Hindo-Pasîfîkê nîşan dide.”

Wezareta Parastinê ya Taywanê diyar kir ku rewş asan e û jî ev tişt anî ziman:

Her du keştî di rêya avê re ber bi bakur ve diçin û hêzên wan çavdêriya derbasbûnê dikin.

Derbasbûna navborî cara duyemîn bû ku keştiyek di nav Hêzên Deryayî yên Amerîkî de di mehekê de ji tengavê derbas dibe..

Balkêşe ev yek piştî wê pêk hatine ku Serokê DYA Joe Biden di rojên derbasbûyî de bo çapemeniya welat ragihand ku di rewşa êrişeke li ser Taywanê de wê leşkerên wan gravê biparêzin.

Serdana Seroka Meclisa Nûneran a DYA Nancy Pelosi ya Taywanê di destpêka Tebaxê de Çîn bihêrs kiribû.

Piştre Çînê li nêzî giravê dest bi tetbîqatên leşkerî kiribû.

Back to top button