Mûrad Karayilan: Pêngav bi serket û komplo hat pûçkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bi wesîleya salvegera 17’an ya Pêngava 1’ê Hezîranê diyar kir ewê şer bikin û dijmin têk bibin.
Karayilan wiha got, “Pêngava 1’ê Hezîranê encam girt û komplo vala derxist. Divê li dijî êrîşên dijmin kes bêdeng nemîne. Wê çarenûsa gelê me di van salan de diyar bibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bi wesîleya salvegera 17’an ya Pêngava 1’ê Hezîranê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Karayilan destpêka axaftina xwe de pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir û şehîdên meha Hezîranê jî bibîranî.

Karayilan bal kişande li ser girîngiya pêngavê û da zanîn Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an, mîna pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê ye û diyar kir Armanca Pêngava 1’ê Hezîranê pûçkirina komployê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bû.

Karayilan anî ziman ku Pêngava 1’ê Hezîranê bi ser ket û komplo hate pûçkirin û wiha got,

“Armanca wan tasfiyekirin bû. Li hemberî vê yekê Rêber Apo sekneke xurt nîşan da; di siyasetê de nûbûn çê kir; tevgera me jî li pişt sekinî. Rêber Apo kete nava hewldanên çareseriyê. Lê belê wan dest ji siyaseta tunekirinê bernedan. Ji ber vê yekê Pêngava 1’ê Hezîranê kete dewrê.”

Karayilan: Artêşa Tirk li ber berxwedana gerîla xitimiye

Karayilan diyar kir êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dewama konseptekê ne û da zanîn li dijî Başûrê Kurdistanê konseptekê dimeşînin û wiha dewam kir,

” Gav bi gav dixwazin dagir bikin. Niha dewleta Tirk li qadeke berfireh tank, top, balafirên şer, helîkopter û çekên cihêreng bi kar tîne. Li dijî vê yekê jî Gerîla bi taktîkên nû şer dikin. Vê rewşê dewleta Tirk matmayî hiştiye, xitimandiye. Ji ber vê yekê planên xwe yên dagirkeriyê nikare li gorî xwe pêk bîne.”

Karayilan bal kişande li ser rêbazê şer û taktîkên gerîla yên serdema nû û da zanîn Berxwedana Gerîla îradeya mirov û hêza jîrbûnê nîşan dide.

“Îro encama li Avaşîn, Zap û Metînayê derketiye holê, dewama serketina Garê ye. Gerîla îro li hemû axa Kurdistanê metodên nû bi kar tîne û ketiye serdemeke nû.”

Karayilan bêdengiya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên hikumeta başûrê Kurdistanê û ya Iraqê jî weke xeflet pênase kir.

“Siyaseta ku a niha li Başûrê Kurdistanê li ser desthilatdariyê ye, stratejiya rastîn a dewleta Tirk nabîne. Ev tişt wê xisareke mezin bide pêşeroja gelê Kurd. Bi vî awayî destkeftiyên gelê Kurd dikeve xetereyê.”

Karayilan da zanîn hedefa dewleta Tirk ne tenê PKK ye û diyar kir hedefa wan temamiya Kurdan e û wiha bi dawî kir,

Karayilan: Divê kes li hember êrîşan bêdeng nemîne

“Divê ciwanên Kurd di vî şerê parastinê de tevlî nav refên gerîla bibin. Ev serdem ne serdemeke wiha ye ku kesek bêdeng bimîne. Roja roja rûmet û xebatê ye. Qedera gelê me van salan wê diyar bibe. Berxwedana sala 2021’an wê rengê pêvajoyê diyar bike. Em bang li her kesî dikin ku li ber êrîşan bêdeng nemînin.”

Back to top button