HPG: Li herêmên Zap û Avaşînê 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin û derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê diyar kir li herêmên Zap û Avaşînê 18 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û rojane derban li artêşa Tirk didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên taktîkên dewlemend, asta şer ya bi bandor û asteke berxwedanê ya girîng dikeve 18. Salvegera pêngava 1’ê Hezîranê û wiha hat gotin,

“Emê li Kurdistanê rê nedin dagikeran. Heta ku em heyf û tola şehîdên xwe rakin û bi serbikevin, emê bi rihê Pêngava 1’ê Hezîranê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de gerîla li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor kirine û ev agahî parve kir,

“24’ê Gulanê li Dola Maran a herêma Avaşînê li dijî dagirkeran du çalakîyên bi bandor hatin kirin. Di encama her du çalakiyan de 13 leşkerên dagirker hatin kuştin 4 jî birîndar bûn.

31’ê Gulanê li Qada Mervanos ya herêma Avaşînê li hêzên dagirker hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

31’ê Gulanê li dijî dagirkerên li qada Xeregol ya herêma Zapê çalakiyek hate lidarxistin û di encamê de dagirkerek hate kuştin.

1’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser girê Şehîd Mervan çalakiyek sûîqastê hat kirin û di encamê de dagirkerek hate kuştin.”

HPG’ê diyar kir 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê herêmên Garê, Zap, Avaşîn û Metîna û deverên sivîl yên gelê başûrê Kurdistanê bi helîkopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Hat diyar kirin ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye lê ji ber êrîş û bombebaranan li gelek deveran şewata ku derketiye hê jî dewam dike.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên bi nave Şervan Kobanê, Egîd Rojhilat û Çekdar Cûdî ku 18’ê Nîsanê li herêma Metînayê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

Back to top button