Tenê DYA û Fransa ji bo 2020’an nêzî 4 milyar dolar mezaxtiye

Her sala ku derbas dibe, ji sala beriya xwe lêçûnek zêdetir ya ji bo şer tê kirin. Tenê di nava sala 2020’an de DYA li Efxanistan û oparasyonên Fransa yên li qadên navnetewî bûye sedema lêçûnek nêzî 4 milyar dolar.

Malpera Costs of War ragihand ku lêçûna DYA’yê 1.845 milyar Euro û ya Fransayê jî 1.16 milyar Euro ye.

Ev dane tenê aliyê tê dîtin ê çiyayê qeşayê ye.

Şer dibin sedema nearamiya siyasî, newekhevî û lawaziya aboriyê.

Li gorî Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP), şer ji bo welatên cuda salane maliyeta xwe 14.4 trilyon dolar e.

Her wiha neewlehiya li hin welatan jî maliyeteke mezin bi xwe re tîne.

Li hin welatan bêyî ku maliyeta xizmetên ewlekariya taybet û kuştinan bên hesabkirin, ji bo ewlekariya hundirîn 4.803 milyar dolar tê veqetandin.

Mînak li Başûrê Emerîkayê, tevî ku şer zêde bandorê li wan nake jî sûc bandoreke giran li wan dike.

Li Venezuelayê rêjeya kuştinê ji serê 100.000 kesî 53.5 ye, li Fransayê ev rêje 1.36 kes e.

Back to top button