HPG:li agirî Colemêrg, Bedlîs û Heftanînê 21 leşker hatin kuştin

HPG li Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa tirk rêzeçalakî lidarxistin.
HPG bi daxuyaniyeke eşkere kir ku di şer û çalakiyên gerîlayan yên li bejahiya Agirî, Colemêrg, Bedlîs û Heftanînê de herî kêm 21 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê encamên çalakiyên gerîla yên li herêma Serhed û Garzanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

19’ê Cotmehê gerîla li dijî wesayîtên kar ên artêşa dewleta Tirk a dagirker li derdorê Girê Partîzan 2 çalakî pêk anî.

Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên kepçe hatin derbkirin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin.

20’ê Cotmehê jî gerîlayan li dijî hêzên dagirker ên li Girê Partîzan bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xistin.

Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên dijmin xistin, lê hijmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Heman rojê gerîlayan li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Xeregol a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin, lê encama çalakiyê nehate zanîn.

20’ê Cotmehê li navçeya Bazîd a bajarê Agiriyê ji sê milan ve li dijî Qereqola Vedat Ozkaya operasyonek şoreşgerî hate lidarxistin.

Di vê operasyonê de wesayîteke zirxî hate ruxandin û tangek hate derbkirin û herî kêm 18 leşker hatin kuştin

20’ê Cotmehê li herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê jî di navbera gerîla û eskerên dewleta Tirk de şer qewimî.

Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehate zelalkirin.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê di 21’ê Cotmehê de li qadê dest bi operasyonekê kirin.

Gerîlayan li leşkerên ku derketine operasyonê dorpêç kirin ji nêz vê li wan dan.

Di vê çalakiyê de jî herî kêm 3 leşker hatine kuştin gelek jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button