Li Kobanê rêxistina Sara dest bi pêngava 25’ê Mijdarê kir

25’ê Mijdarê, roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan nêz dibe.
Di vê çarçoveyê de, ji niha de li bakur û rojhilatê Sûriyê, tevger û rêxistinên jinan dest bi çalakiyan kirine.
Îro li Dêrik, Kobanê û Şehbayê daxuyanî û çalakî hebûn..

Çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê destpêkirine.

Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Kobanê bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê 200 biroşur belav kir.

Biroşûr li xwendekarên Zanîngeha Kobanê hatin belav kirin.

Naveroka biroşûran avabûna Rêxistina Sara, armanc û sazîbûna wê pênase dike.

Şehba-Li dijî tundiya li ser jinan rêxistina Sara daxuyanî da

Her wiha li şehbayê jî bi heman armancê Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Dagirkeriya Tirk li ser herêma me hemû rêbazên tundiyê li dijî jinan pêk anîn.

Lê li hemberî vê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya xwe bi paradîgmaya Rêber Apo têdikoşin.

Bi navê Rêxistina Sara binpêkirinan û kiryarên kuştinê yên li dijî jinan bi tundî şermezar dikin.

Daxuyanî bi diruşma “Na ji qetilkirina jinan re” dawî bû.

Dêrik-Dijî tecrîdê û tundiyê pêşengeha wêneyan hat vekirin

Li Dêrikê jî bi dirûşma’ Şoreşa jin bi hunerê dixemile’ Tevgera Hîlala Zêrîn pêşengeheke wêneyan vekir.

Pêşengeh di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo û çalakiyên 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiyê hat vekirin.

Pêşengeh li ser asta herêma Cizîrê hatiye birêxistinkirin.

Bi dehan şêwekar bi 45 tabloyan beşdar bûne.

Hêjayî gotinê ye, wê li Kantona Qamişlo û Hesekê jî were pêşandan.

Back to top button