Rêxistinên Jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên rizgarkirî bi daxuyaniyeke hevbeş bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya cîhanê eşkere kirin û bang li jinna kirin ku li dijî sîstemên desthilatdar asta têkoşînê bilind bikin.FILM
Rêxistinên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Cizîrê bi diruşmeya bi dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî” Jin-Jiyan-Azadî” bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya cîhanê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de berxwedana jinên kurdistanê û cîhanê ya li dijî tundiya mêr û dewletê hat silavkirin û hate gotin:
Zihniyeta zilamê desthilatdar û pergala wê ya baviksalarî bi bilindkirina têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê li hemû deverên cîhanê, êrîşên xwe zêdetir dike.
Jinên Sûriyê hîn jî li dijî her cure tundî û neheqiyê şer dikin.
Bernameya rêxistinên Jinan ku 13’ê mehê heta 25’ê Mijdarê dewam bike wiha ye:
- Ji 14′ Mijdarê heta 19 Mijdarê dê li komîn, gund, kampan û saziyan semîner bên dayîn.
- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta Kantonan meşên girseyî bên li darxistin.
- Wê perwerdeyên vekirî di hemû waran de ji bo 3 rojan ji mîran re werin vekirin.
- Civîn û hevdîtinên diyalogê li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn û li ser malperên civakî were lidarxistin.
- Di 14 ê mehê wê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşangehên wêneyan ji aliyê Hîlal Zerîn were li darxistin.
Kombûn û rêxistinên jinan yên li herêmên rizgarkirî jî di bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî” Jin-Jiyan-Azadî” bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir.
Kombûnê diyar kir ku sîstemên desthilatdar yên dijminê jinan, heta roja îro li dijî vîn û îradeya jinê astengiyan derdixe û got: Yek ji hêzên desthilatdar yên li dijî azadiya jinê şer dike jî dagirkeriya Tirkiyê ye.
Ji ber tirsa ji hêza jinê bi her awayî êrîş dike û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên pêşeng dike hedefa êrîşên xwe.
Lê li himberî van pilan û êrîşên li dijî jinan heta niha jin têdikoşin û em ê vê têkoşînê bidomînin.
Bernameya Kombûna Jinan a Zenûbya jî bi vî rengi ye:
- Di 18’ê mehê de wê bi pêşengiya Hêzên Parastina Jin ya Cewherî meşek bê lidarxistin.
- 24 ê mehê dê li ser malperên medyaya civakî pêngava haştagê bê destpêkirin.
- Dê li tevahî herêmê şanoyê ya bi navê “Ji tundiyê re bes e” were pêşkêş kirin.
- Li gundê jinan (Jinwar) rêze serdan bên lidarxistin.
- Di 25 Mijdarê de wê belavok bên belavkirin.