Kobanê-Rêxistina nûdem dest bi perwerdeya ji bo zarokên astengdar kir

Rêxistina Nûdem bi alikariya zanîngeha kobanê ji bo zarokên astengdar desr bi dayîna perwerdeyekê kir.
Di perwerdeyê de waneyên cur bi cur hene.

Perwerde li parka Ronîwar wê 40 rojî dewam bike.

Proje bi navê “Pirek ber bi Kobanê ve” ye. û 35 zarokên astengdar waneyan dibînin.

Rêvebera Bicihkirinê ya Rêxistina Nûdem a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Daviyan Mehmûd di vekirinê de daxuyanî da.

Daviyan diyar kir ku bi alîkariya zanîngeha kobanê, şitilgeha kobanê, desteya KPC, kongra star ya bajarê kobanê û navenda hêvî destpê kirin.

Mamosteya perwerdê ya bi navê Lêgerîn jî anî ziman ku wê perwerdeya zarokên astengdar di hemû aliyan de bê destgirtin.

Back to top button