Li Hesekê bazirganekî hişbirê hat girtin

Dewleta Tirk a dagirker û hêzên li heremê bi rêka çeteyan dixwazin herêmê hişbirê belavbikin,
Têkoşîna hêzên ewlekariya hûndijîn ya li dijî hişbirê jî didome.
Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê bazirganekî madeyên hişbirê li Hesekê girt.

Li gorî daxuyaniya ku malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn weşandiye, 24ʹê Çileyê bazirganekî madeyên hişbirê ji aliyê Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê ve li Hesekê hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê madeyên ku li gel bazirgan hatine desteserkirin ev in:

  • Hezar û 346 hebên Captagon,
  • 129 gram heşîş, 20 hebên Biogabalin
  • 150, 18 hebên Inditro, 60 hebên Faustin,
  • 500 dolarên sexte, nîv gram Crystal, 2 hebên Tramadol.

Li gorî daxuyaniyê bazirganê hişbirê sewqî dadgeriyê hatiye kirin.

Back to top button