HUDA EL-NEDAS: NAMEYA KU RÊBER OCALAN JI ÊLÊN EREB RE ŞANDIYE JI BO ME NIRXEKÎ MEZINE

Endama Buroya Jinan a Desteya Neteweyî ya Erebî Huda El-Nedas naveroka nameya Rêber Ocalan nirxand û got,
Nameya Rêber Ocalan ji bo me nirxek mezin a sepandina têkiliyên hezkirin û aştiyê ye.

Rêber Ocalan 12’ê Tebaxê bi riya birayê xwe Mihemd Ocalan nameyek ji êlên Ereb re şand.

Endama Buroya Jinan a Desteya Neteweyî ya Erebî Huda El-Nedas naveroka nameyê nirxand û got,

Nameya ku Ocalan ji êlên Ereb re şandiye ji me re nirxekî mezin e.

Huda destnîşan kir ku armanca şandina vê nameyê zêdekirina hezkirin û geşkirina têkiliyên biratiyê ye.

Nameyên Rêber Ocalan îşaretê pê dike ku êrîş di destpêka şoreşê de li ser gel çêbûne, ti ferq û cudatî nexist di navbera pêkhateyên herêmê de.

Huda El-Nedas got:

Tevahî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bi armanca tevliheviya ewlehî û aramiya li herêmên me ne.

Ji ber vê yekê divê tevahî gelê Sûriyê li hember kesên ku dixwazin fîtne û tevliheviyan derbixin, bisekinin.

Huda di berdewamkirina axaftina xwe de bal kişand ser fikr û ramanên Rêber Ocalan a ji bo pêşketina jinan û wiha pê de çû:

Jinên Sûriyê bi saya fikirê Rêbertî pêşketin.

Rola sereke û aktîv di şoreşa Rojava de lîstin û ji hemû jinên cîhanê re bûn mînak.

Endama Buroya Jinan a Desteya Neteweyî ya Erebî Huda El-Nedas gotinên xwe wiha bi dawî kir:

“Em ê pergala xwe li gor projeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan a li ser esasê fikrê Rêber Ocalan, bimeşînin.”

Leave a Reply

Back to top button