Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê tecrîd e

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê tecrîd e.
Ozaraz destnîşan kir kir rewşa tecrîdê mixabin hatiye wê astê ku li hemû girtîgehên Tirkiyê belav bûye

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz zext û îşkenceya li ser girtiyan û tecrîdkirina Rêber Apo ku 29 meh in agahî jê nayê girtin nirxand.

Sînan Ozaraz anî ziman ku divê li girtîgehan rêgezên hiqûqê yên gerdûnî werin sepandin û wiha got:

“Gelek maf hene wekî nebûna îşkence û muameleya xerab, gihandina mafê tenduristiyê, ragihandin, raman û nehiştina tecrîdê.

Dema em li girtîgehên Tirkiyeyê dinêrin gelek ji van mafan tên binpêkirin. Ev rewş dibe binpêkirina mafan a sîstematîk.”

Ozaraz destnîşan kir ku îşkence û muameleya xerab di peymanên netewî û navneteweyî de hatine qedexekirin

Lê saziya ATK bi raporên ‘dikare di hepsê de bimîne’ berdana girtiyan asteng dike û binpêkirinan rewa dike

“Tecrîd bûye sîstematîk û ev yek li hemû girtîgehan xwe dide der”

Hiquqnas Ozaraz anî ziman ku yek ji pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyê pergala tecrîdê ye û wiha axivî:

“Tecrîd bûye sîstematîk û ev yek li hemû girtîgehan xwe dide der.

Bi taybetî girtiyên siyasî tevî ku cezayên dîsiplînê negirtine jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.

Ev bandorek neyînî li tenduristiyê dikin, ji ber ku tenduristî ne tenê bedenî ye, di heman demê de xwediyê aliyekî civakî ye jî.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz di dawiyê de anî ziman ev rewşa tecrîdê mixabin hatiye wê astê ku li hemû girtîgehên Tirkiyê belav bûye

Back to top button