Greva giştî ya li Siwêdayê di roja duyemîn de ye

Çend roj in li herêmên hikumeta Şamê, ji ber buhakirina sotemeniyê, çalakî li dijî biryarên hikumetê tên lidarxistin.
Li Siwêdayê gireva giştî ya ku duh dest pê kiribû, dewam dike.
Li Dera û Şamê jî, banga hilweşîna rejîma Esed, hat kirin.

Li Sûriyê giştî û bi taybet li herêmên Hikûmeta Şamê, debara jiyanî bi zehmetî tê bidestxistin.

Çimkî li Sûriyê her dolarekî Amerîkî nêzîkî 16 hezar LS dike.

Hikûmeta Şamê ya ku ti giriniyê nade azarên gel, di siyasetên xwe dewam dike.

Herî dawî hikumeta Şamê nirxê sotemeniyê û dermnan bilind kir û barê derbarê li ser welatiyan 2 qat girantir kir.

Li dijî vê yekê, şêniyên Sûriyê daketin qadan û bi xwepêşandanan bertek nîşan didin.

Cudayî herêmên din ên hikumeta Şamê, Siwêda, Dera û hin herêmên Şama paytext, xizaniyê qebûl nakin û serî ji Esed re natewînin.

Li Siwêdayê li dijî rewşa aborî ya têkçûyî û polîtîkanên hikûmetê, gireva giştî hat ragihandin.

Şênî bang dikin û dibêjin ‘hilweşe rêjîma Esed.’ Û

Banga pêkanîna sîstema ne-navendî, weke çareseriyekê dikin.

Her wiha banga pêkanîna biryara NY ya 2254 ji bo bidawîbûna şer li Sûriyê kir.

Çalakvanan vekirî got, heta armancên wan pêk werin, ew dev ji çalakiyên xwe bernadin.

Hêjayî gotinê ev demeke şêniyên Siwêdayê hewl didin modêla Rêveberiyek xweser li herêmên xwe pêk bînin.

Çimkî dizanin ku tekane riya çareseriya aloziya Sûriyê û xelasbûna ji zilmê, modêla Rêveberiya Xweser e.

Gelê Derayê banga hilweşîna Esed dike

Li Derayê piştî 12 salan ji xwepêşandanên yekemîn ên li dijî rejîma Esed, daxwaza gel a hilweşîna Esed nehatiye guhertin.

Çalakî û xwepêşandanên li Derayê, li gelek navçe û bajarokan pêk hatin.

Xwepêşandêran, Esed bi berpirsyariya aloziya aborî û têkçûna rewşa jiyanî, tawanbar kir.

Li paytexta Sûrî Şamê jî bi çalakiyan, banga hilweşîna dîktator hat kirin.

Siwêda-Gel banga hilweşandina desthilata Esed dike

Back to top button