Şedadê-Cenazeyê şehîd Serhan bi merasîmekê hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê endamê Asayişê Sewadî Serhan bi merasîmekê oxir kir.
Şêniyên navçeya Til Birak jî sersaxî ji malbata şehîd Xalid Heşaş re xwest.

Endamê Asayişê Sewadî Serhan 19’ê Tebaxê li Şedadê şehîd bûbû.

Şêniyên navçeyê bi merasîmekê cenazeyê şehîd oxir kirin.

Li goristanê piştî rêzgirtinê, kesên axivîn weha gotin:

“Şehîd Sewadî mînakê lehengî û fedakariyê bû û canê xwe feda kir.”

Dawiya cenazeyê şehîd hat oxirkirin û soza şopandina xeta şehîdan heta dawiyê hat dayîn.

Til Birak-Şêniyan sersaxî ji malbata şehîd Xalid Heşaş re xwest

Li aliyê din, Şêniyên navçeya Til Birakê jî sersaxî ji malbata şehîd Xalid Heşaş re xwest.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê, konê sersaxiyê li gundê Ebû Hicêra yê navçeya Til Birak veda.

Di bin konê sersaxiyê de, ev tişt hat gotin:

Şehîdan bi fedekariyên xwe, herêm parstin.

Soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serketinê hat dayîn.

Back to top button