HPG’ê: Êrişên dagirkeran bênavber berdewam in

HPG’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bênavber bi balefir, helîkopter û çekên giran li çeperên berxwedanê dixin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker wiha ye:

“Li herêma Zapê di 24’ê Adarê de, dagirkeran 2 caran êriş birin ser çeperên berxwedanê yên Sîda.

Hêzên me jî, ji bo parastina xwe bersiv dan.

Di heman demê de li Herêma Metîna jî Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê û Girê Cûdî û gundê Sêgirê yê Amediyê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Kurojahro û herêma Saca û Çemçoyê 14 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

Her wiha çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîda 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button