Bafil Talebanî: Em nahêlin jiyana Kerkûkiyan bibe qurbanê hevkariyên siyasî

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî ragihand ku ew rê nadin çarenûsa Kerkûkiyan bibe qurbanê hevrikiya aliyên siyasî û got:
“Rijandina xwîna ciwanên Kurd nayê qebûlkirin divê di zûtirîn dem de kesên sûcdar bên cezakirin.”

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî doh li Debaşan’a Silêmaniyê pêşwazî li Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî kir û daxuyaniyek da.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di daxuyaniyekê de behsa bûyera Kerkûkê kir, tişta ku li Kerkûkê qewimî cihê xemgînî û fikarê ye.

Diviyabû bi awayek hîn berpirsyaranetir danûstandin bi rewşa Kerkûkê ve hatiba kirin.

“Tekezî li yekxistina parastina ewlekarî û aramiya welat hat kirin”

Derbarê hemahengiya di navbera Hikûmeta Başurê Kurdistanê û hêzên ewlekariya Iraqê de jî, Serokê YNKê wiha got;

“Her hewleke me ji bo dabînkirina jiyaneke aram ji welatiyên me re tê kirin û hevkariya di navbera hêzên me de faktoreke ji bo bidestxistina vê armanca bilinde.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di di civînê de bi amadebûna Serpereştyarê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal Qubad Talebanî, Serokê Ajansa Parastin û Zanyarî û Berpirsê Dezgeha Asayîşa Başûrê Kurdistanê Hîwa Ehmed amade bûn.

Di civînê de rewşa ewlkariya welat, bûyerên li Kerkûkê diqewimin, hemahengiya di navbera hêzên ewlekariyê de hate gotûbêjkirin.

Tekezî li yekxistina leşkerî û îstîxbaretan ji bo parastina ewlekarî û aramiya li welat hate kirin.

Mesrur Barzanî biryara Dadgeha Federal, bi ‘dûrî aqil’ bi nav kir

Back to top button