Li Meksîka çalakiyek piştevaniya bo Jîna Emînî pêk hat

Ji bo piştevaniya xwepêşandanên li Îran û Jîna Emînî, li welatên cuda yên cîhanê jî xwepêşandanên cihê reng pêk tên.
Tevî daxuyanî û bertekên li dijî zextên rejîma Îranê, li Meksîka û Spanya çalakî pêk hitin.
Di çalakiyên li van welatan de, jinan porê xwe qusandin û piştevaniya serhildana bo Jîna kirin.

Jina Kurd bi saxî û şahadeta xwe, ji bo jinan dibe sembola têkoşînê.

Navê jina kurd careke din li seranserê cîhanê tê bihîstin.

Berxwedanî û têkoşîna wan, hêviya jinan xurt dike.

Keziyên Jîna Emînî ya ku rejîma Îranê dida tirsandin, niha li çar aliyên cîhanê bi peyam û berxwedaniyê tê silavkirin.

Ev der aliyê herî dur yê rojavayê cîhanê ye.

Ev der paytexta Meksîka, Meksîko City ye.

Jinên li vir yên bi berxwedana jina kurd bandor bûne, çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiya li ber balyozxaneya Îranê de, jinan wêneyên Jîna Emînî rêzkirin û logo ya Îranê bi boyaxa sor veşartin.

Porqusandina ku di çalakiyên biştevaniya bo Jîna de weke sembolekê lê hatî, li vir jî dubare bû.

Jinan porê xwe qusandin û bi diruşmeyan zextên rejîma Îranê şermezar kirin.

Jinên li Spanya keziyên xwe ji bo Jîna Emînî qut kirin

Ev der jî bajarê Barselona yê Spanyayê ye.

Li vir jî wêneyê Jîna li hewayê ye.

Çalakiya livir bi diruşmeyên Jin jiyan azadî bilind dibe.

Çalakî heta saetên direngî dewam kir.

Beriya niha çalakiyên heman rengî li dehan welatên parzemîna Asya, Ewropa û Amerîka hatin lidarxistin.

Back to top button