Dadgeriya Alman ji bo jina DAIŞ’î biryara girtinê da

Bi ser Tirkiyê re, bi hezaran alîgirên DAIŞ’ê berê xwe dan Sûri û Iraqê.
Van çeteyan bi salan li Sûrî komkujî pêk anîn.
QSD’ê di meha Adarê de jinek a DAIŞ’î radestî Almanya kiribû.
Jina binavê Nadîne K. ji ber sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye, derkeve pêşberî dadgehê û biryara girtina wê hat dayîn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 10 endamên çete yên DAIŞ’î yên welatiyên Almanyayê ku di operasyonan de girtin û 27 zarokên wan, meha Adarê radestî Almanya kiribû.

Ev yek jî bi lihevkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya Berlînê re pêk hatibû.

4 endamên çete ku 31’ê Adarê gihîştin Almanyayê li Balafirgeha Frankfûrtê hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Federal a navenda wê li Karlsruheyê, di daxuyaniya xwe ya bi fermî ya îro de ragihand ku îdianameya di der heqê endama çeteya DAIŞ’î Nadîne K.yê de temam bûye.

Welatiya Almanyayê ya 33 salî ku ji ber kirina sûcê li dijî mirovahiyê û kirina alîkariya di sûc de û kirina sûcê şer biryara girtina wê hat dayîn.

Tê payîn ku çend roj bi şûnde li Dadgeha Bilind a Eyaleta Koblenzê dest bi darizandina wê were kirin.

Bal bi ser wê yekê de hat kişandin ku Nadîn K. dawiya sala 2014’an di ser Tirkiyê re gihîştiye çeteyan û bi mêrekî DAIŞ’î re zewiciye.

Piştî vê li Mûsilê bi cih bûye û li wir bûye hevkara gelek sûcên li dijî mirovahiyê.

Her wiha hat diyarkirin ku Nadîne K. û hevserê xwe berpirsên depoya çekan a DAIŞ’ê bûne û hat destnîşankirin kirin ku ji bo jinên Êzidî yên dîl hatibûn girtin jî nobedar erkdar kiribûn.

Heta niha jî tevî hemû bangan, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan yên biyanî ku li gel QSD’ê girtî ne, ji aliyê welatên wan ve nayên wergirtin.

Back to top button