Îstifaya serokê parlamentoyê nehat pejirandin

Piştî bi mehan, civîna parlamentoya Iraqê bi tevlîbûna 203 parlamenteran destpê kir.
Di rûniştina yekem de îstifaya serokê parlamentoya Iraqê nehate pejirandin.

Parlamentoya Iraqê îro piştî du mehan bi tevlîbûna 203 parlamenteran civiya.

Li gorî bernameya civîna parlamentoyê, wê îstifaya serokê parlamentoyê biketiba dengdanê û ya dûyem jî cîgirek nû ji bo serokê parlamentoyê hatiba hilbijartin.

Îstifaya serokê parlamentoyê kete dengdanê, lê nehate pejirandin.

Tenê 12 parlamenteran dengê erê bikaranîn.

Tê payîn di rûniştina dûyem de cîgirê yekem yê serokê parlamentoyê were hilbijartin.

Ji ber ku cîgirê yekem yê berê ji Tevgera Sadr bû, lê ji ber hemû parlamenterên Sadr îstifakirine, niha cihê wî vale maye.

Beriya civînê hêzek zêde ya ewlekariyê li herêmê hatibû bicihkirin.

Lê tevî vê yekê jî li paytext Bexda xwepêşandan pêk hat.

Back to top button