Zaîd Al Yoûbî: Êrişên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê pir alîn e

Berpirsyarê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Fîlîstînê û pisporê Rojhilata Navîn Zaîd Al Yoûbî diyar kir Erdogan li ser tevahiya cîhanê gefeke.
Divê li dadgehên Navneteweyî bê darizandin û hesab jê bê xwestin û got: ”Em wek gelê Fîlîstînê bi her awayî piştgiriyê didin gelê Kurd.” 

Dewleta Tirk a qirker ji 19’ê Mijdarê ve êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dijwartir kiriy e..

Bertek û helwestên li dijî van êrişan li seranserî Cîhanê derdikev e..

Berpirsyarê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Fîlîstînê û pisporê Rojhilata Navîn Zaîd Al Yoûbî têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Zaîd Al Yoûbî anî ziman ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî pir alîne û got:

”Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze dagirkeriya xwe pêk bîne.

Her wiha mafê gelê herêmê binpê bike û ewlekariya wê xirabike.”

Al Yoûbî helwesta Hêzên mîna Amerîka û Rûsya têkildarî êrîşê nirxand û wiha bi lêv kir:

“DYE ji aliyekî ve dibêje ku ew li dijî van êrîşan e, lê li aliyê din dibêje ’em fikarên Tirkiyeyê fêhm dikin.

Ev yek nîşan dide ku rê dide êrîşan.”

”Divê Erdogan li dadgeheke navnetewî bê darzandin”

Zaîd Al Yoûbî banga li Hêzên Navneteweyî û dewletên Ereban kir ku li dijî êrîşan bikevin nav liv û tevgerê û wiha anî ziman:

”Erdogan ne tenê êrîşî Kurdan dike.

Êrîşî Sûriye, Iraq Misir û Lîbyayê dike.

Lewma ev yek projeyeke dagirkeriyê ye.

Erdogan li ser tevahiya cîhanê gefeke.

Divê li dadgehên navneteweyî bê darizandin û hesab jê bê xwestin.”

”Em wek gelê Fîlîstînî pişgiriyê didin Kurdan”

Berpirsyarê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Fîlîstînê dawiyê de got:

”Em, gelê Fîlîstînê bi her awayî piştgiriyê didin gelê Kurd.”

Back to top button