Salih Simo: Li Gundewarê Zirganê 400 xanî wêran bûne

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Simo dibêje ji ber êrişên Tirkiyê 400 mal hatine rûxandin.
Jinên li Zirganê jî gotin: Em ê herêmên xwe ji hemû êrişan biparêzin.”

Salih Simo diyar kir ku dewleta Tirk di rojên dawî de êrişên xwe li dijî navçeyê giran kirine.

Salih anî ziman ku Tirkiyê dixwaze binesaziyê û navendên xizmetguzariyê wêran bike û got:

”Ji ber topbaranê sêyeka navçeyê û zêdetirî 400 xaniyên ku piraniya wan li taxa rojava ne wêran bûne.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo me bide koçberkirin binesazî û navendên xizmetguzariyê yên mîna dibistan, şaredarî, avahiya meclisa navçeyê dike armanc

Em li gor rewşa awarte tevdigerin û xizmeta civaka xwe dikin.

Li gel êrişên dijwar xelk bi axa xwe ve girêdayî ne û ji malên xwe dernakevin.”

Jinên Zirganê: Em herêmên xwe ji hemû êrişan biparêzin

Jinên Zirganê jî derbarê piştrast kirin ku wan ji xwe re rêya berxwedanê hilbijartiye û gotin:

Em dev ji axa xwe bernadin.

Dagirkeriya Tirk malên me dike hedef û dirûxîne.

Tevî êriş û topbaranên domdar ên li dijî navçeyê jî em ji malên xwe dernakevin.

Divê dewletên navnetewî li hemberî van êrişên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Back to top button