Cozêf Ebdulcelîl Şemê: Divê Papayê Vatîkanê Farancîs serdana Sûriyê jî bike

Serokê olî yê Suryanên Katolîk ê Cizîrê û Firatê Menîsnyor Cozêf Ebdulcelîl Şemê têkildarî serdana Papa a li Îraqê ji televizyona me re axivî.
Menîsnyor Cozêf Ebdulcelîl Şemê balkişand li ser pirçandî û pir olî ya li Bakûr û Rojhilatê Sûrî başiya pergala Rêveberiya xweser û bang li Papa kir ku serdana Sûrî jî bike.

Rêberê Rûhanî yê Xiristiyanên Katolîk Papayê Vatîkanê Francis sê roje li Başûrê Kurdistan û Iraqê ye.

Derbarê serdana Papa de Serokê olî yê Suryanê Katolîk ê Cizîr û Firatê Menîsnyor Cozêf Ebdulcelîl Şemê ji televîzyona me re axivî.

Cozêf Ebdulcelîl Şemê diyar kir ku ji bo biratiya olan serdana Papa gelek girîng e.

Cozêf Ebdulcelîl Şemê li dijî nakokiyan balkişand li ser biratiya olan û got:

“Serdana Papa a li Iraqê nîşanda da ku hemû ol derveyî şer dikarin bi hevre di nav aşîtiyê de bijîn.

Pêşwazîkirina Papa Edîso ku ji hemû aliyan pêk hat, balkêş bû. Ev serdan derfeteke ji aştiyê re ye. ”

Cozêf Ebdulcelîl Şemê diyar kir ku serdana Papa ya li Iraqê wê bandorê li Sûriyê jî bike.

Cozêf Ebdulcelîl Şemê bang li Papayê Vatîkanê Francis kir ku serdana Sûriyê jî bike.

Cozêf Ebdulcelîl Şemê balkişand li ser azadiya pir olî û çandî ya li Bakûr û Rojhilatê Sûrî û got.

“Li vir pergalek baş heye, hemû ol bi hev re dijîn. Xizmeta me jî ji bo biratiyê ye. Divê em ji hev hez bikin, hewcedariya me hemûyan bi hev heye.”

Serokê Olî yê Suryanên Katolîk ê hêrema Cizîr û Firatê Cozêf Ebdulcelîl Şemê bang li hemû pêkhateyên li Sûrî kir ku ji bo aşitî û aramiyê bixebitin.

Back to top button