Li Hesekê 134 şehîd hatin bibîranîn

Li gelek deverên herêmê merasîmên bîranîna şehîdan hatin lidarxistin. Li Hesekê, Kobanê û Amûdê merasîmên sersaxiyê û bîranîna şehîda hebû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê 134 şehîdên ku di dem û li cihê cuda şehîd bûne bibîr anî.

Bi dehan malbatên şehîd, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û diyar kir ku sala 2022 tijî astengî bû û got: “Berxwedana hêzên leşkerî û şehîdên ku niha em wan bi bîr tînin, me ev astengî derbas kirin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Ebdulsetar Ehmed jî bal kişand ser rola şehîdan a têkbirina terorê û da zanîn ku van şehîdan berdêlên giranbuha dan da ku em bi azadî bijî.

Di dawiyê de sivizyonek li ser jiyana 134 şehîdan hate pêşandan.

Li Kobanê bi merasîma xiyabî şehîd Perwîn Mihemed hat bibîranîn

Her wiha bi dehan şêniyên Kobanê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Perwîn Mihemed ‘Avrîn Tolhildan’ ku di li Zapê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Adil Hacî axivî:

“Em bêdengiya navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar dikin.

Piştî binkeftina dewleta Tirk di dagirkirina herêmê de bi çekên kîmyewî êriş dike.”

Endamê Desteya Rêveber ê PYD’ê Salih Nûh jî ev yek got:

“Hêzên gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker da û berxwedana wan li hembere çekên pêşketî ji gelê herêmê re serkeftineke mezin e.

Divê em têkoşînê bilind bikin û piştgiriya gerîlayên xwe bikik.”

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Amûdê şehîd Canda Ismaîl hate bibîranî

Li Amûdê Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma xiyabî ji bo şehîd Canda Ismaîl ‘Adar Çiya’ ku di êrişa çekên kîmyewî de şehîd bûbû lidar xist.

Bi dehan ji şêniyên Amûdê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser berxwedan gerîlayên azadiyê û wiha hate gotin:

“Êrişên ku dewleta Tirk pêk tîne bi armanca şikenandina vîna gelê herêmê û têkbirina destketiyên wê ye.

Bila Tiriyê bizanibe ku em tu carî lawaz nabin.”

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê bi dawî bû.

Back to top button