Di Doza Denîz Poyraz de biryara dadehê hate eşkerekirin

Di rûniştina Doza Denîz Poyraz de, cezayê heta bi hetayê li kujer ê faşîst Onûr Gencer hate birîn.

Doza darizandina Onûr Gencer ê faşîst ku bi piştgiriya dewletê êrişî avêt ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û Denîz Poyraz lê qetil kir, dewam kir.

Dadgehê cezayê heta hetayê li kujerê Poyraz birî

Di rûniştina 7’an a dozê de biryar hate eşkerekirin.

Heyeta dadgehê ji ber sûcê “kuştina bi zanebûn” cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li kujer Onûr Gencer birî.

Hevserokê HDP Mithet Sancar: Nabe Doza Poyraz bi tenê bi bersûcekî bê girtin

Beriya Danişînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li ber girtîgehê daxuyaniyek hat dayîn.

Sancar diyar kir ku ew ê destûrê nedin doz bi yek bersûcî bê girtin û got:

“Ji dadgehê kîjan biryar derdikeve bila derkeve, lê em dixwazin dadgeh bi wîjdan tevbigere û hemû hêzên di nav bûyerê de derxe holê.

Heke ew vê nekin, wê şopandina dozê li ser milên me bimîne. Em ê her ji bo edalet û heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin.”

Back to top button