Vîrûsa Corona hîna bi bandor li Kurdistan û welatên herêmê belav dibe

Vîrûsa corona hîna bi bandor li Kurdistan û welatên herêmê belav dibe. Li Başûrê Kurdistanê 22 kesên din bi vîrûsê ketin, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 51 kes mirine.

Metirsî heye li Iraqê rewş girantir bibe

Vîrûsa corona hîna bi bandor li Kurdistan û welatên herêmê belav dibe.

Yek ji welatên herêmê ku Rêxistina Tendurisiyê ya Cîhanê herî dawî gotibû ku dibe ku di rojên pêş de vîrûs bêhtir lê belav bibe, Iraq e.

Li BBaşûrê Kurdistanê 22 kesên din bi vîrûsê ketin

Li Herêma Başûrê Kurdistanê jî di 24 saetên dawî de, 22 kesên din bi vîrûsê ketine.

Heta niha hezar û 226 kes ji ber vîrûsê di çavdêriya tenduristiyê de ne.

Bi giştî heta niha li Herêma Başûrê Kurdistanê 150 kes bi vîrusê ketine.

Ji vana 56 kes baş bûne û 2 kes jî mirine.

Li gorî wezareta tendurisiyê li gundê Xelîfan yê Hewlêrê heta niha 6 kes bi vîrûsê ketine û ji bo wê jî gund bi giştî xistine bin çavdêriyê.

Li Kurdistanê gel terkî qedera xwe hatiye kirin

Li Tirkiyê 9 hezar û 217 kes bi vîrûsê ketine û 131 kes jî mirine.

Li bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Mêrdînê gelek tedbîr hatine girtin, lê li Kurdistanê gel terkî qedera wê hatiye kirin.

Li bajarên Kurdan bi qasî pêwîst ne sîstema tenduristî û ne jî doxtor hene, herî zêde jî ev pirsgirêk li bajarê Serhedê hene.

Fikarên li ser rewşa girtiyên li Tirkiyê, zêde dibin

Jiyana girtiyên li girtîgehên Tirkiyê jî, bi belavbûna vîrûsê re di metirsiyeke mezin de ye.

Girtiyê bi navê Erkan Taşkan ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûs ye, diyar kir ku li girtîgehê ti tedbîr nehatine girtin.

IHD: Li girtîgehan tedbîrên li dijî vîrûês nayên girtin

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li girtîgehan hatiye tespîtkirin li dijî gefa nexweşiyê tedbîrên parastinê nehatine wergirtin.

HDP: Divê em xwedî li xizmên xwe li hundir derkevin

Hevserê parlamentera berê ya HDP’ê Gulser Yildirim Dr. Kamûran Yildirim diyar kir ku Covîd-19 ji bo girtiyên siyasî rîskek mezin e û got,

“Eger wan li wir bihêlin, wê girtîgeh veguherin qada mirinê.

“Eger zerar li girtiyan bibe em ê bi her rê û rêbazên hiqûqî hesabê vê bipirsin.

Lewma em bi rengekî aqilane tevbigerin û xwedî li mirovên xwe yên li hundir derkevin. ”

Li Sine 51 kes ji ber vîrûsê mirine

Li Îranê jî rewşa giran dewam dike.

Di nava 24 saetên dawî de li Îranê 3 hezar û 186 kesên din bi vîrûsê ketine û 117 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi giştî heta niha li Îranê 2 hezar û 707 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî 404 kes bi vîrûsê ketine û 51 kes jî mirine.

PJAK:Em çavên xwe ji kêmûkurtiyên Îranê re negrin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand li ser rewşa girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û eşkere kir ku metirsî li ser jiyana girtiyên siyasî heye û ji her rewşê rejîma Îranê berpirsyar e.

Her wiha destnîşan kir ku wê çavên xwe ji kêmukurtiyên hikûmeta Îranê re negirin.

Back to top button