Çalakiya konvedanê a li Şehbayê didome

Çalakiyên şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêber Apo didomin
Li herêma Şehbayê û Helebê çalakiyê konvedanê berdewam dike.

Çalakiyên şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêber APO didomin

Li şehbayê konê çalakiyê yê ku ji aliyê tevgera ciwanên şoreşger ve hatibû vedan di roja duyemîn dewam dike .

Li cihê çalakiyê aaxuyanî bi beşdarbûna gelek nûner û endamên saziyên Rêveberiya xweser hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komploya 9`ê Cotmehê hat şermezarkirin û wiha gotin:

“Ne tenê gelê Kurd lê belê tevahî pêkhate û gel divê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.

Heta Rêbertî azad nebe, têkoşîn ranaweste.”

Çalakiya konvedanê wê sibê bi meşekê bi dawî bibe.

Li Helebê li dijî komployê çalakiya konvedanê didome

Bi heman armancê Rêxistinên jinan duh li Parka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê çalakiyeke konvedanê li dar xist.

Çalakî bi dirûşma ′Dem dema azadiya Rêber Apo ye′ hate li darxistin û di roja duyemîn de berdewam dike .

Îro di çarçoveya çalakiyê de li ser jiyana Rêber APO, berxwedana wî û komployê sînevîzyonek hate pêşandan.

Back to top button