Ibtîsam Ebd El Qadir: Di siyasetê de jin xwedî rolek mezin e

Berdevka Meclisa Jinan ya Pertiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebd El Qadir derbarê beşdarbûna jin ji Qada xebatê siyasî re got; “Jin bêguman dikarin roleke mezin di sîyasetê de bilîzin . Taybet di şoreşa Rojava de Jinan di beşdarbûna Qada siyasî de gelek gav avêtin.”

Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê di nava şoreşa Rojava de ku bi navê Şoreşa Jin tê naskirin beşdarbûna xwe ji hemî qadan re ragihandin û pêşengî kirin.

Berdevka meclisa jinan ya pertiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebd El Qadir jî yek ji wan Jinên ku bi vêxistina çirûska şoreşê re tevlî nava kar û xebat dibe.

Ibtîsam Ebd El Qadir diyar kir ku roleke sereke û bi bandor ya jinan di şoreşa Rojava de heye

Ibtîsam derbarê beşdarbûna xwe ji xebatê şoreşê re got :

Beşdarbûna min ji nava kar re hêza min ya hundirîn ku bi salan veşartî bû derxist holê û gelek bandor li kesayeta min kir.

Ibtîsam balkişand ser xebatê siyasî ku ew îro jî di nav de cihê xwe digre û da zanîn taybet ji bo jinên ji pêkhateyên Ereb di civakê de tune dihata dîtin gavekî dîrokî ye û wiha domand:

Berî şoreşê di nava civaka me de jinê pir kêm cihê xwe di qadê siyasetê de digirt.

Niha jin di her qadê jiyanê de bi siyasetê xebat dide meşandin.

Cihê xwe di nava cihê biryaran de digre.

Ev ji xwe ber çênebû, bi têkoşîn û daxwazê pêşket.

Berdevka meclisa jinan ya pertiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebd El Qadir di dawiyê de destnîşan kir ku heya şkandina hemû qeydên li ser jinan ewê xebatê xwe dewam bikin û ji bo beşdarbûna wê ji nava hemî qadan de têbikoşin .

Back to top button