Rîhan Elo: Jin bi têkoşînê êrişên dagirkeriyê têk dibin

Delweta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî hemû mafê jinê binpêkirin e.
Jin êdî nikarin ji bi awayek rehet ji malên xwe derkevin û karê xwe bikin.
Endama koordînasyona Kongra Star a Efrîn û Şehba Rîhan Elo bêdengiya hêzên navnetewî li hember van kirinan wekî şirikatiya bi dewleta Tirkiyê ya dagirker re bi nav kir.

Dewleta Tirkiyê ya dagirker nêzî 9 hezar k.m çarkoşe bi zêdetirî 1000 navçeyî ji xaka Sûriyê dagirkiriye.

Deverên Sûriyê yên bi xêr û bêr tevî startîjiya dewlemend hatin talankirin.

Li wan herêmên dagirkirî mafê jinê tê binpêkirin.

Rastî destirêjî, revandin, kuştin.

Endama koordînasyona Kongra Star a Efrîn û Şehba Rîhan Elo diyar kir ku ev binpêkirinên derheqî jinan ji bêdengiya navnetewî pêk tê.

Tevî hemû kirinên dagirkeran jî jin dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bernadin.

Jin bi fikir û paradigma Rêber Apo xwe perwerde û rêxistin dike.

Bi şoreşa Rojava re ev yek jîn zêdetir xwe da pêş.

Rihan Elo da xuyakirin ku ew ê heta serkeftinê û rizgarkirina Efrnê di nava berxwedanê de bin.

Ne tenê li herêmên dagirkirî jin li tevahî bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo xebatek serkeftî, têkbirina dagirkeriyê û paşverotiyê têdikoşin.

Di dawiyê de endama kordînasyona kongra star a Efrîn û Şehba Rîhanê Elo anî ziman ku ew ê heta dawiyê li dijî her cure tundî, bê mafî, newekheviyê di nava serildanê de bin.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi paradîgmeya Rêber Apo jinên kurd û pêkhateyên cuda têkoşîna zihniyeta baviksalarî didin û bi yek rihî berxwedaniya xwe ji bo jiyaneke azad mezin dikin

Back to top button